Rêbernameya Zimanî ya Pall Weşanê

(Rojanekirin: Hezîran 2023)

Ev rêbername ji bo Pall Weşanê hatiye amadekirin bi armanca ku di hin xalên rênivîs û rêzimana kurdiya kurmancî de rê li ber berhemdaran xweş bike û berheman li gor wê serrast bike. Mebest ji vê yekê ew e ku rê li ber nelihevî û tevliheviyên zêde yên zimanê berhemên Pallê bêne girtin. Rêbername hin xalan wek standardên xwe, hin xalan jî wek tercîha berhemdaran qebûl dike. Pêşniyaz e ku berhemdar berhemên xwe li gor vê rêbernameyê bişînin. Ji ber ku ne mimkin e xwendin û edîtoriyeke baş li wan berheman bê kirin ku bi xalên rêbernameyê re kêm diguncin û bi xeletiyên rênivîs û rêzimanê dagirtî ne, berhemên wisa dê ji bo weşandinê neyêne qebûlkirin. Pall tevî vê yekê, pê qebûl e ji bo têkdan û şikandina sînorên zimanî di metnên edebî yên wekî çîrok, helbest û romanan de eger ev têkdan û sînorşikênî xwedî fonksiyoneke diyar bin û pêwendiyeke wan a organîk hebe bi metnê re. Herweha di weşandina berhemên kurmancî yên nisbeten kevntir de û xwedanê wan ne li jiyanê, heta asteke zêde pabend e bi zimanê resen ê berhemê.

Piraniya xalên rêbernameyê xwe dispêrin rêbernameyên ku Ergin Öpengin amade kirine û meqaleyeke wî. Herweha hin xalên rênivîsê xwe dispêrin Rêbera Rastnivîsînê ya Mistefa Aydogan, hin xalên rêziman û hevoksaziyê jî xwe dispêrin meqaleyên Mikail Bülbül û Umran Aran. Hin xal rasterast ji rêbernameyan hatine berhevkirin û bi heman awayî hatine nivîsîn.

Rêbername ne temam e, dê car bi car bê nûkirin û eger hebin dê xalên nû lê bêne zêdekirin, dîroka nûkirinê her carê dê bê nivîsîn. Ji bo rexne û pêşniyazan: info@pallwesan.com.
 
 
Rênivîs û Rêziman
 
I. Nav
 

  1. Navên kesên biyanî li gor zimanê jêder têne nivîsîn eger ew ziman bi latînî binivîsin, wek George Bush, Jacques Chirac, Recep Tayyip Erdoğan (ne Corc Buş, Jak Şîrak, Receb Teyib Erdoxan). Lê li gor nivîsîna kurdî tê nivîsîn eger zimanê wan kesan ne bi elifbêya latînî be, wek Pûtîn (ne li gor ingilîzî Putin yan fransî Poutine). Gava ku navên biyanî yên latînî paşgira veqetandekê wergirin, li gor awayê bilêvkirinê werdigirin wek “Shakespeareê wan” ne ku “Shakespeareyê wan”.
  2. Navên deveran (welat, bajar...) divê li gor gotina kurdî bin, xaseten gava ku ew der nêzîkî kurdan bin: Enqere (ne Ankara), Bexda (ne Bexdad), Stembol (ne Istanbul). Di wan navan de ku ji zimanên ewropî hatine, wek di eslê wan de (û herweha wek farisî û tirkî), herfa A tê tercîhkirin: Afrîka, Amerîka, Almanya, Albanya (ne Efrîqa, Emrîka, Elmanya, Elbanya).
 
II. Hûrek – Girdek
 
  1. Navên gel/neteweyan û zimanan (kurd, kurdî); yên ji navên kesan hatine çêkirin (marksîst, darwînîzm); yên ji navên deveran, welatan û eşîran hatine çêkirin (amûdî, , îranî, milanî); yên dîn û mezheban û mensûbên wan (bûdîst, elewî, misilmanî) bi hûrekê têne nivîsîn.
  2. Navên hêlan eger ne ji bo devereke taybet bin bi hûrekê têne nivîsîn û zayenda wan nêr e (başûrê Kurdistanê). Lê eger ji bo devereke taybet bin bi girdekê têne nivîsîn û zayenda wan mê ye (Rojhilata Navîn).
  3. Navên mehan wisa têne nivîsîn û eger ne dîrokeke taybet be (wek 21ê Adarê) bi hûrekê têne nivîsîn: 1. kanûna paşîn 2. sibat 3. adar 4. nîsan 5. gulan 6. hezîran 7. tîrmeh 8. tebax 9. îlon 10. çiriya pêşîn 11. çiriya paşîn 12. kanûna pêşîn.
  4. Sifet, nasnav û paye bi hûrekê têne nivîsîn, lê eger bû beşeke wî navî bi girdekê têne nivîsîn (xanim Rojîn, Mam Celal).
  5. Peyvên ku navên cihan diyar dikin (nm. kolan, gol, behr, çiya, war hwd.) carinan mezin carinan biçûk têne nivîsîn. Eger ew cih bûbe parçeyekî wê peyvê bi girdekê (Behra Spî), eger nebûbe parçeyekî wê bi hûrekê tê nivîsîn (kolana Gulfiroşan).
  6. Navên qehremanên çîrokan, navên xweda, ferîşte, pêxember, kitêbên pîroz û cihên dînî; navên birc, keleh, seray, koşk, pir, stadyûm û parkan; navên stêr û gerestêran; navên bankayan; navên kovar, rojname, kitêb û nivîsan/gotaran; navên peyman, şer û serdemên dîrokî; navên wezaret, komîsyon, sazî û dezgeh, şaredarî, zanîngeh, şirket, baro û rêxistinên din; navên qanûn, destûr û biryarnameyan eger parçeyê navekî taybet bin bi girdekê têne nivîsîn. Lê eger mebest jê ne navekî taybet be, bi hûrekê têne nivîsîn.
 
III. Deng û herf
 
  1. Dengên “r”ya req, “l”ya tarî, ‘eyna erebî, gava ihtimala tevliheviyê hebe, dikare wek “rr”, “ll” û “ ‘ ” bêne nîşandan.
  2. “’apostrof tenê di nîşandana hin kurtkirinên peyvan de û ‘eyna erebî (bnr. xala jorê) de bi kar tê, wekî min j’ te re got, niza’m, pê’r çû. Wekî din nayê bikaranîn.
  3. Dengê “î” berî “y”yê wek “i” tê nivîsîn, anku lazim e “iy” be, ne ku “îy”. Ji bilî wê, herfên din ên berî “y”yê wek xwe têne nivîsîn.
  4. Eger bi hev nekelijîbe, herfên ducare yên du hêmanên cuda yên peyvekê têne parastin (zimannas, xurttir, paşîv).
  5. Paşgira “-(i)stan”ê wekî “-îstan” nayê nivîsîn (Pakistan, gulistan).
  6. Hewl, peyv, germ, xizm, bezm, tivr, metn, qebr, Misr, şikl, hizr, fikr tê nivîsîn ne ku hewil, peyiv, gerim, xizim, bezim, tivir, metin, qebir, Misir, şikil, hizir, fikir, hwd.
  7. “x”ya ku di alfabeya latînî de wekî “ks” tê bilêvkirin, wekî “ks” tê nivîsîn, wek “dupleks”, ne ku “duplex”.
  8. Peyvên ku di eslê wan de “k” heye çêtir e nebin “q”, lê dibe ku bi awayê kurdî bêne nivîsîn eger di kurdî de binecî bûbin (çuqlat, qenepe).
  9. “q”ya di peyvên erebî de wekî “k” nayê nivîsîn, wek “înqilab, tenqîd” ne ku “înkilab, tenkîd”.
  10. “b”ya di peyvên erebî de wekî “p” nayê nivîsîn, wek “hesab, katib” ne ku “hesap, katip”.
  11. “d”ya dawiya peyvan ku di eslê wê de heye, wekî “t” nayê nivîsîn, wek “cîhad, îqtisad” ne ku “cîhat, îqtisat”.
  12. Peyvên bi “sk”, “st”, “sp”yê dest pê dikin, bi vî awayî dimînin, ne ku “i”yekê bigirin nav xwe yan jî “i/î”yekê bigirin pêşiya xwe, wek “stasyon, stêr, skandal, Skender, spas, spanî”.
  13. Peyvên erebî yên bi “deme”yê ne, eger li biniya wan “waw” tune be, bi “i”yê têne nivîsîn ne ku bi “u”yê (micadele, cirm, hicûm).
 
IV. Tewang û Veqetandek
 
  1. Di kurmanciyê de, veqetandekên li gel navên nenas (indefinite), anku piştî paşgira -ek a nenasiyê, bi du awayan têne nivîsîn. Yek, yekjimar mê -e, û yekjimar nêr , wek jineke baş û mêrekî qenc. Du, yekjimar mê -a, û yekjimar nêr, wek jineka baş û mêrekê qenc. Pall, herdu awayan jî qebûl dike bi şertê ku di tevaya metnê de tenê yek ji wan hatibe bikaranîn. Lê çênabe bêyî veqetandekê bêne nivîsîn, wek “jinek baş” û “mêrek qenc”.
  2. Li hindek herêman paşgireke taybet -in heye ji bo pirjimariya navên nenas (indefinite plural), wek mirovin hatin (li şûna hindek mirov hatin). Veqetandeka li dû vê paşgirê tê -e’ye, ne ku -ên, anku heke rengdêrek li dû vî navî bê, divê wiha be: mirovine baş, ne ku mirovinên baş.
  3. Navdêr gava ku veqetandekê digirin, nayêne kurtkirin û eslê wan tê parastin, wek “erebeya min” ne ku “ereba min”, “birayê min” ne ku “birê min”.
  4. Veqetandek, gava ji peyva berî xwe cuda bê nivîsîn, eger peyv bi dengdêrê biqede bi awayê “ê/a/ên” û bi dengdarê biqede bi awayê “yê/ya/yên” tê nivîsîn (deriyê sor ê vekirî / deriyê nû yê vekirî, kitêba min a xweşik / kitêba te ya xweşik, goreyên reş ên mezin / goreyên qehweyî yên mezin). Lê Pall “yê/ya/yên” ji bo herdu awayan jî wekî tercîha nivîskaran qebûl dike (deriyê sor yê vekirî, kitêba min ya xweşik, goreyên reş yên mezin). Bes di temamê berhemê de divê yek bê bikaranîn.
  5. Cihnava pirsyariyê “kî” ji bo halê xwerû, “kê” ji bo halê tewandî ye (kê got, kî dibêje).
  6. Tewang, veqetandek û mensûbiya kurtkirinên herf bi herf divê li gor bilêvkirina wan bê nivîsîn (Daxuyaniya SBSyê, SBSya Diyarbekirê, SBSyî).
  7. Tewanga navdêrên nêr ên yekjimar di kurmanciyê de bi du awayan xuya dibe: 1) pirtika “î”yê tê dawiyê (ez nanî dixwim), 2) navdêrên ku di xwe de “a” yan “e” dihewînin, dibin “ê” (ez nên dixwim). Awayekî sêyem jî heye ku tê de ev navdêr natewin û di kurmanciyê de berbelav e (ez nan dixwim). Ji bo Pallê her sê awa jî meqbûl in.
 
V. Hejmar
 
  1. Hejmara salê di kurmanciyê de bi du awayan tê tewandin, bi paşgira “-an” yan bi “-ê”yê; bo nimûne, sala 1939an û sala 1939ê. Herdu jî meqbûl in bo Pallê. Mimkin e ku sal bêyî daçekan jî bêne nivîsîn, wek “sala 1939an” an “sala 1939ê” ne ku “di sala 1939an de” an “di sala 1939ê de”.
  2. Di nav metnê de, hejmarên yek-xaneyî bi nivîsê, yên ji yekê zêdetir xaneyî bi hejmaran têne nîşandan. Bo nimûne, “Me pênc rapirsî encam dan” û “Dezgehê 24 şagird fêrî zimanî kirin.” Herweha çêtir e ku ev hejmarnav jî bi herfan bêne nivîsîn: deh, bîst, sî, çil, pêncî, şêst, heftê, heştê, nod, sed, milyon, milyar, trilyon, trîlyar, katrilyon, katrilyar, kentîlyon, kentîlyar.
  3. Di nivîsîna peyvên duhejmarnavî de bendik nayê bikaranîn, li şûna wê valahî tê danîn, wek “sê çar kes” ne ku “sê-çar kes”.
 
VI. Zerf û Rengdêr
 
  1. Pirtikên “bi” û “bê” (ku beramberî “with” û “without” ên îngilîzî ne), gava rengdêrekê durist dikin bi peyvê ve têne nivîsîn, lê gava zerfekê durist dikin cuda têne nivîsin wek “çaya bişekir” û “ez çayê bi şekir vedixwim”.
  2. Partîsîpên ji lêkerên pêkhatî tên, ku wek rengdêr têne bikaranîn, divê bi hev ve bêne nivîsîn, wek “baxçeyê avdayî” û “zilma jibîrnekirî”.
  3. Rengdêrên ku ne peyveke pêkhatî ne, lê ji du an zêdetir peyvan durist bûne cuda têne nivîsîn, wek “kitêba çav ber bi paşerojê”.
 
VII. Lêker
 
  1. Gava lêker tê navdêrkirin parçeyên lêkera pêkhatî (hevedudanî – compound) bi hev ve têne nivîsîn, wek “ji bo ravekirina pirsan”, ne ku “ji bo rave kirina pirsan”.
  2. Di hevokên tebatî de, heke lêkera serekî lêkereke pêkhatî be, parên lêkerê bi hev ve têne nivîsîn, wek “Xanî hatin avakirin”, ne ku “Xanî hatin ava kirin”.
  3. Hin hêmanên ku digel lêkerên sade tên bikaranîn û leksîkalîze bûne, bi hev ve têne nivîsîn (çêbûn, derxistin, lêkirin [di maneya “ava kirin” û “nivîsîn”ê de], pêxistin [di maneya “vêxistin”ê de], berdan, derbûn, derketin).
  4. Pall pêşniyaz dike ku peyva dema bê di hemû şertan de bi awayê “dê” bê nivîsîn (ez dê biçim, gava ku dê nehata). Ji bilî vê dê awayê “(y)ê” jî wek tercîha nivîskaran qebûl bike (li gor cihnavan: ez/min ê, tu/te yê, ew/wî/wê yê, em ê / me yê, hûn ê / we yê, ew/wan ê). Divê bi cihnavê ve neyê nivîsîn, wekî “ez ê biçim” ne ku “ezê biçim”. Gava ku cihnav tune be divê bi awayê “dê” bê nivîsîn, wek “dê negota” ne ku “wê negota, ewê negota, ê bigota”. “dê” piştî cihnav/kirdeyê tê, ne ku berî wê, wek “ew dê bihata bihata vir”, ne ku “dê ew bihata vir”.
  5. Kokên lêkeran di dema kêşanê de tên parastin, wek “digirî, bikişîne” ne ku “digrî, bikşîne”.
  6. Neyîniya lêkera “bûn”ê pêkve tê nivîsîn (nîne, nînin).
  7. Dengê ku di lêkerên pêkhatî/hevedudanî de tê, nabe wek "-ê" bê nivîsîn, wek “rastî wî hat”, ne ku “rastê wê hat”.
 
VIII. Daçek û Girêdek
 
  1. Pall di bazinedaçekan de vî awayî tercîh dike: bi … re, bi … ve, di … de, di … re,  ji … re, ji … ve. Lê awayên paşdeçeka “da, ra, ve”yê jî dê wekî tercîha nivîskaran qebûl bike, bi şertê ku di temamê berhemê de awayek li kar be. Heger pêşdaçek bi cihnava piştî xwe re nebûbe leksemeke cuda, divê bê nivîsîn, wek “di malê de maye”, ne ku “mal de maye”.
  2. Hin paşdaçek bêyî ku pêşdaçekê bigirin, bi peyva berî xwe re leksîkalîze bûne lewma divê pêkve bêne nivîsîn û çêtir e ku bê pêşdaçek bêne nivîsîn, wek “dûre, piştre, lewre, parve kirin” ne ku “dû re / bi dû re, pişt re / bi pişt re, lew re / ji lew re, par ve kirin / bi par ve kirin”.
  3. Ew girêdekên ji du peyvan pêkhatî yên ku di zimanî de pir berbelav in û bêtir wek peyvekê têne sehkirin divê bi hev ve bêne nivîsîn, wek “herweha, herçend, herçî”; lê belê yên din, wek “her dîsa, tevî vê”, divê cuda bêne nivîsîn.
  4. Di nav bazinedaçekê de daçekeke cihî nayê nivîsîn. Lê heger paşdaçek bê rakirin, mimkin e bê nivîsîn, wek “Ez di govendeke Diyarbekirê de rastî wî hatim. Ez di govendeke li Diyarbekirê rastî wî hatim. Ez di govendekê de li Diyarbekirê rastî wî hatim. Ez li govendeke Diyarbekirê rastî wî hatim.” Lê wisa nayê nivîsîn: “Ez di govendeke li Diyarbekirê de rastî wî hatim.”
  5. “Derheqê … de / derbarê … de” tê nivîsîn ne ku “di derheqê … de / di derbarê … de”.
  6. “bi”ya daçek gava ku bi “xwe”ya cînavî re bê bikaranîn, cuda tê nivîsîn, wek “ez bi xwe li wir bûm”.
 
IX. Rêziman û Hevoksazî

(Tercîhên Pallê bi vebijêrka stûr hatine nîşandan.)
  1. Hevokeke pêwendiyê ya li dû navekî, çêtir e ku cînavkeke hevreferans bi navî re hilnede nav xwe.
  •  Kitêba ku min ew xwend.
  • Kitêba ku min xwend.
 
       2. Di navbera bazinedaçekê de lêkereke kişandî nayê danîn.
  • Ez di dibistana ku lê perwerde bûm de bûm mamoste.
  • Ez di wê dibistanê de bûm mamoste ku lê perwerde bûm.
  • Dibistana ku lê perwerde bûm, tê de bûm mamoste.

       3. Di hevokên pirsyarî/şertî/daxwazî de çênabe “ku” li şûna gihaneka “ka”yê bê nivîsîn.
  • Ez nizanim ku tu dê werî malê yan na.
  • Ez nizanim ka tu dê werî malê yan na.
 

       4. Hevokên pêwendiyê yên aloz çênabe wekî hevokên navdêrî berî lêkera serfkirî bêne nivîsîn. Ew jî bi lêkereke serfkirî têne nivîsîn.
  • Kêfa min bi helbestxwendinên wî yên ji min re tê.
  • Kêfa min tê (gava) ku helbestan ji min re dixwîne.
 

       5. Hevok aloztir dibin gava ku lêkera serekî ya hevokê piştî hevokeke bestî tê, lewma çêtir e berî hevoka bestî bê nivîsîn.
  • Min mirovekî baş ê ku li zanîngeha me perwerde bûbû û li wê derê dest bi kar kiribû nas kiribû.
  • Min mirovekî baş nas kiribû ku li zanîngeha me perwerde bûbû û li wê derê dest bi kar kiribû.
 

       6. Lêkera “bûn”ê çênabe ku li dû hevokeke xwedî lêkera serfkirî were nivîsîn.
  • Ev tiştên ku me dîtine, tiştên ku em bi wan dizanin in.
  • Ev tiştên ku me dîtine, ew tişt in ku em bi wan dizanin.
  • Ev tiştên me dîtî, ew tişt in ku em bi wan dizanin.
  • Ev tiştên me dîtî, em bi wan dizanin.
 

       7. Hin lêkerên kurmancî yên amaje bi barûdoxeke (situation) rewşî dikin, ne di forma berdewamiyê de lê bi awayê “partîsîpa borî + lêkera bûnê” pêk tên.
  • Bavê min radikeve.
  • Bavê min raketî ye.
  • Em ji xwe re rûdinin.
  • Em ji xwe re rûniştî ne.



Jêder
 
Ergin Öpengin, “Repertûara Zimanî û Afirandina Edebî: Nirxandineke Zimannasî Li Ser Edebiyata Kurmancî ya Hevçerx”, Tîr û Armanc, Gotarên Rexneyî Li ser Edebiyata Kurdî ya Modern, Amd. Remezan Alan & Ergin Öpengin, Peywend, 2014.
--- Rêbera Nivîskaran ya  Derwazeyê,  16 hezîran 2015
--- Rênivîsa Rûdawê bo Kurmancî, Gulan 2011
 
Mikail Bülbül, “Risteyên Peywendiyê û Peyvrêziya Wan (Devoka Mêrdînê)”, Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi, Sal: 2, Cild: 2, Hejmar: 4, Kanûna Pêşîn 2016, rr. 22-45
 
Mistefa Aydogan, Rêbera Rastnivîsînê, Rûpel, 2012.
 
Ümran Altınkılıç, “Xuyang û forma rêzimanî ya rewşan di kurmancîyê da”, Folklor û Ziman, Sal: 1, Cild: 2, 2020, rr. 135-158.
 
Umran Aran, “Stratejiyên Cihguhertinê û Hevokên Kompleks di Kurmancî de”, 25.05.2020, https://diyarname.com/news.php?Idx=42006