“Pall Weşan weşanxaneyeka nifşê nû ye”

Pall Weşan

“Pall Weşan weşanxaneyeka nifşê nû ye”

Birêvebirên Pall Weşanê şahîyek pêk anî û îlan kir ku wê dest bi karê xwe kiriye. Şahî 14ê Kanûna Paşiyê bû. Li ser pirsa BotanTimesê ya gelo çi ferqa vê weşanxaneyê ji weşanxaneyên heyî heye, berpirsê weşanxaneyê Înan Eroglu got:

"Ev weşanxane ya nifşê nû ye. Em ciwan in. Bêhêvîtîya nifşê me heye lê ew ê bişkê. Karê me jî dê li gor hewceyîyên vê rojê be. Kitêb dê wek kitêbên bideng bêne weşandin. Êdî trendek e ku xelk guhdarîya kitêban dikin. Halê dîjîtal yanî e-kitêb dê bêne weşandin. Peydakirina kitêbên çapkirî ji bo xelkê li dûr an Ewropayê zehmet e. E-kitab dê li her derê dinyayê berdest bin. Gelek edîtorên me hene. Her kitêbek dê ji edîtoriyayeka gelekê zehmet derbas bibe."

Şair Yehya Omerî yek ji edîtorên weşanxaneyê ye. Wî ji BotanTimesê re got:


"Em nabêjin em ê gelek berhemên şeirê biweşînin lê em ê berhemên gelekê biserketî biweşînin."

Şêwirmendê hiqûqê yê weşanxaneyê Şîraz Baranî diyar kir:

"Ez êdî piranîya caran e-kitêban dixwînim lê nikarim kitêbên kurdî peyda bikim. Ji beriya her tiştî wek xwendevanekê kitêbên kurdî bi wekirina vê weşanxaneyê dilşad im."

Piştî danasînê beşdar reqisîn.

(Murat Bayram | Botan Times | 15.01.2023)