Hevpeyvîn: Mem Al
Lerz di sala 2023yan de ji aliyê Pall Weşanê ve hatiye çapkirin. Roman bi tecawizê dest pê dike û li ser gelek meseleyan nîqaşan dike, ji pevçûnên olî û bindestiyê bigire, kuştina jinan, serdestiya mêran, rexneyên edebî û hwd, qala gelek meseleyan dike. Lerz romana nivîskar a ewil e. Em hinekî li ser romana wî axivîn, kerem kin.
Tu dikarî ji me re qala romanê bikî, pîvanê romaneke baş çi ye?
Roman ji bo min gelek tişt e, helbet li gorî vê yekê pîvanên başbûnîya romanekê jî ne yek û du ne. Roman di serî de estetîk e, huner e, edebiyat e, ziman e lê helbet civak e, derûnîya takekesî ye, dîrok e, sîyaset e… Axir mirov dikare vê lîsteyê dûr û dirêj bike, çi tişta mirov pê re têkildar hebe roman ew e lê ger bi kurtasî bibêjim di edebiyata piranîya gelên cîhanê de berê helbest serdest bû lê piştî Cervantesê Spanyolî roman û çîroka modern serdest bû yanî pexşan.
Em vegerin beşa duyan ya pirsa te. Di romanekê de ne ferz e tu xwe li her mijarê biqewimînî û hewl bidî ku gelek tiştan vebêjî ji xwînerî re. Ya girîng ew e ku mijar çi be tu hewl bidî wê mijarê heta ji destê te tê bi ciddiyeteke mezin baş biemilînî, baş îfade bikî. Esasen vegotina pirmijarîyê jî ne mesele ye, heger mjarên cuda ku baş li hev bêne edilandin û girêdan. Her weha mesele ne başvegotina mijaran e jî. Divê heman ciddiyet ji bilî naveroka romanê li ser hêmanên teknîkî jî bêne nîşandan; weke zimên, weke çîroksazîyê, weke tevnê, weke rêzkirin û pêşkêşkirina bûyeran… Bê mubalexe dibêjim ji ber vê cidiyetê belkî ji serî ta dawî sed carî min Lerz xwendîye û her carekê jî min lêguherîn û lêzêdekirin lê kirine daku tekuztir bibe. Erê tu dizanî ku xwîner wê romana te belkî di nîvrojekê de biqedînin lê dîsa jî ji bo karekî serketî ev ciddiyet lazim e.
Yek ji meqsedên hunerê bandorkirin e, dana zewqeke estetîk e; îcar dema min romanek xwend û bi çi awayî bibe bila bibe ku bandoreke estetîk li min kir, kêlîya ku min xwendî min nexwest dev ji xwendina wê berdim yan jî dema qedİya piştî medeke dirêj jî hê di bîra min de be bi min ew romaneke baş e.
Romana Lerzê ji kuştinan jinan bigre, pevçûnên olî û bindestiyê , rexneyên edebî û hwd niqaşa gellek tiştan dike. Dixwazim vê bibêjim Qasim Pîro bi romana Lerzê dixwaze çi bide xwîner, armanca wî çi ye?
Hunera romanê çi qasî cîhaneke ferezî û xeyalî jî ji me re xêz bike di dawîya dawîyê de yê ku wê cîhanê diafirîne jî kesekî rasteqîn e, yên dixwînin jî ji cîhaneke rasteqîn in lewra pir xwezayî ye ku ev cîhana xeyalî xuyanga eynikeka cîhana rasteqîn be. Îcar min jî ji cîhana xwe ya rasteqîn bê min çi dîtibin, çi bihîstibin, çi jîyabin tabloyek xêz kir bi vê romanê. Heger bête pirsîn ji van mijaran tevan kîjan ya sereke ye di vê tabloyê de, ez ê bêjim “parkînson” e.
Roman bi tecawiza jinê dest pê dike, piştre dev ji mala xwe û zarokên xwe berdide, ber bi jiyaneke din ve dihere, ez dixwazim vê bipirsim, gelo ev tramvayek çawa ye, jinik çawa wisa hêsanî dikare zarok û mala xwe berde û bi rehetî hînî jiyana xwe ya nû dibe?
Helbet ne biryareke hesanî ye lê tiştên ku bi serê serlehengê de hatin wilo ne tiştên ji rêzê ne. Carinan ku kêr dide hestî mirov dikare weha biryarên dijwar bide. Jixwe ku te carekê biryareke xelet da pêkan e ku tu mecbûrî gelek xeletîyên dî jî bibî. Ev biryarên weha yên bi hestiyarî hatin dayîn ji ber ku ne di bin kontrola aqilî de ne, ne durust e ku bi pîvanê aqlekî selîm werin darizandin jî. Lê vê jî bibêjim bi nêrîna min serleheng bi hesanî hînî jîyana nû jî nabe, heta qet nabe.
Dema jinik û nivîskar li ser dosyayê diaxivin (rûpel 39) li ser axaftina jinikê meriv mat dimîne çawa jinekeke wisa nû hînî xwendin û nivîsandinê bûye dikare wisa bi zanetî li ser edebiyatê biaxive?
Bawer dikim beşên pişt re bi baldarî bêne xwendin bersiva vê pirsê wê bê dîtin.
Wekî tê zanîn roman bi devoka torê hatiye nivîsîn , çima devoka torê, yanê ev tişt ji bo kesekî ku dûrî devoka torê ye di dema xwendinê de wê nebe pirsgrêk, ji bo vê yekê ji hêla xwîneran qet bertek hatin nîşandan an?
Roman nû çap bûye. Bi rastî hê wusa ti bertekên rexnegirî nehatine ji min re. Piştî ku zimanê hatî bikaranîn li gorî rê û rêbazên zanista rêzimanê bin serdestîya devokekê di romanekê de çima bibe pirsgirêk, berevajî vê yekê gencîneya devokên kurdî çi qasî bi berhemên weha edebî bê emilandin wê dewlemendîya zimên xurttir bike.
Wekî din tercîha serdestîya devoka Torê bi naveroka romanê ve jî girêdayî ye, lewra vebêjerên romanê leheng in û leheng Torî ne, pir normal e ku devoka Torê bi kar bînin. Berevajîyê vê yekê dê ne normal bûya.
Pêvajoya te ya nivîsîna berhemekê çawa ye, çi qonaxên wê hene, rûtînên te yên nivîsînê çi ne?
Ev berhema min a ewil û wilo bawer dikim ku wê ya dawîyê jî be. Lewra ez jî weke serlehenga romanê, nexweşê Parkînsonê me, yanî bi rastî jî di xwe re nabînim û nikarim xwe di ber berhemeke dinê re bikim. Weke berîya niha jî min gotî kedeke bi ciddiyet lazim e ji berhemeke baş re û êdî min ew hêz û taqet nîne.
Em werine ser pêvajoyê. Di serî de divê îskeletê çîrokê di serê mirovî de hebekî darîçav bibe wekî dî hesanî ye pêdeçûn û bi xwîn û goştkirina wî îskeletî. Ti rûtînên min ên nivîsînê wilo ku bikaribim behsa wan bikim nînin lê ji bo Lerzê bêjim, cihên ku bûyer lê qewimîn piştî nivîsîna bûyeran ez rabûm çûm li wan deran gerîyam, min ew der berîya hingê jî dîtibûn lê rû bi rû min careke dî çavdêrîya wan cihan kir. Weke gundê Meranê, Ziyareta Strîstanka, Kanîya Zerik, Pira Dehderî, Bexçeyên Hewselê… Piştî çûna van deran helbet min hin lêguherîn û lêzêdekirin li romanê kirin.
Kêfa te ji kîjan nivîskaran re tê? Di nivîsîna vê romanê de bi ya te bandora kîjan nivîskaran li ser te heye, ger hebe kîjan? Çi berhem û proje û karên te yên siberojê hene?
Gelek in lê ji edebiyata me, kêfa min zehf ji Jan Dost re tê; ji ya tirkî jî dikarim navê Orhan Pamuk bidim. Dîsa weke min bi mixabinî gotî ji bo siberojê ti piroje vê kêlîyê di serê min de nînin û bawer dikim jîyan wê destûrê nede vê yekê jî.