Pirtûka Baranê


Armîn Temerzade şairekî bi emir hêj ciwan e, belê dinivîse helbesteka bilind. Helbestên wî, li pey xwendin, lêgerîn û ponijînên dûr hatine nivîsîn û gelek şêweyên dîtin û hestiyariyê bi estetîka xwe ya taybet raberî çav û dilê me dike. Pirtûka Baranê, bi hêmagerî û rewanbêjiya xas a şair, ji bo edeba me yek ji bûyerên herî xweş ê vê payîzê ye.
 
Agirek tune ye
ji bilî xolemêşa dilê min
ku te bi çavên xwe
pê xistiye.
Eger ew agirê te,
veşartî be li nav pêlên tarî
an azad be li nava kulîlkan,
hêvî û wêrekî
dê her hebe
ji bo van Kaweyan.
 
Şorişek tune vê carê
laşê min ê melûl
naşibe serwekê
li ser vî milê hejar
tune dengê Tezerwekê!

Armîn Temerzade

Di 1999an da li gundê Balekan ê Selmasê hatiye dinyayê. Di Zanîngeha Ferhengiyan a Ûrmiyê da zanistên perwerdeyê xwendiye û niha mamostayê dibistana pêşîn e li Selmasê. Gotarên wî yên zanistî derbarê zanistên perwerdeyê da hene û hevkariya kovarên kurdî yên wekî Beyan û Vejînê kiriye. Pirtûka Baranê, dîwana wî ya ewil a helbestan e.

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Pirtûka Baranê
Navê Orîjînal / Orjinal Adı Pirtûka Baranê
Nivîskar / Yazar Armîn Temerzade
ISBN 978-605-72217-4-2
Rûpel / Sayfa 56
Ebat 13.00 x 19.50 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2023
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi Pall Weşan
Berg / Kapak Tasarımı Emîr Tahir