Şewqeya Sêhrbazo


Ev çîrok sibeheke zû bi sêhr û efsûnê dest pê dike û şeveke germ a tebaxê bi şahiyeke ku dê tu caran neyê jibîrkirin bi dawî dibe. Di navbera wê sibeha zû û şeva germ de havîna dirêj a Mominko derbas dibe. Havîna wî ya tije tav û firtone. Vê havînê dikarî weke yên din bi lîstik û keşfkirina cihên nû derbas bibe, bi girtina masiyan a li bin baranê û ajnekirina xweş a li ser pêlan. Lê malbata mominkan diçin û şewqeya Sêhrbazo dibînin. Û bi vê re bûyerên ecêb diqewimin.
 
Talûke û heyecanê girtiye ser Geliyê Mominkan û dengê gavên gefxur li dora mala wan tê. Her roj tiştekî nû yê nedîtî û tije efsûn diqewime û bi rastî maliyên mala mominkan tu caran evqasî şa û kêfxweş nebûne. 

Tove Jansson

Sala 1914ê li Helsînkiyê ji dayik bûye û sala 2001ê li heman bajarî miriye. Yek ji nivîskar û hunermendên herî navdar ên fînlandî ye. Jansson ji kêmneteweya swêdî ya li Fînlandê bû. Herçiqasî ku ew fînlandî be jî, zimanê wê yê dayikê swêdî bû û wê berhemên xwe bi swêdî dinivîsîn. Ew herî zêde bi rêzeçîrokên xwe yên li ser mominkan tê naskirin ku ji neh pirtûkan pêk tên. Berhemên Janssonê li seranserê cîhanê ji bo zêdeyî 45 zimanan hatine wergerandin. Temamê pirtûkên wê yên li ser mominkan dê ji aliyê Pall Weşanê ve bêne weşandin: Mominko û Lehiya Mezin (1945), Serpêhatiyên li pey Dûvstêrkê (1946), Şewqeya Sêhrbazo (1948), Bîranînên Bavmominko (1950), Havîna Efsûnî (1954), Zivistana Efsûnî (1957), Zaroka Nebînbar û Hin Çîrokên Din (1962), Bavmominko û Derya (1965), Payîza Dereng li Geliyê Mominkan (1970).

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Şewqeya Sêhrbazo
Nivîskar / Yazar Tove Jansson
Wergêr / Çevirmen Robîn Şahîn
ISBN 978-625-90120-0-1
Rûpel / Sayfa 156
Ebat 12.00 x 18.50 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2026
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi Pall Weşan
Berg / Kapak Tasarımı Umut Durmuşoğlu