Me Çi Xwend Çi Nexwend


Dema em behsa tecrubeyên xwe yên xwendinê dikin, em behsa dîroka xwe ya nêz jî dikin wek parçeyek ji dîroka sosyolojiya me ya xwendinê û parçeyek ji epîstemolojiya me. Bi vê behsê re em li pey xwe vedigerin û li ser xwendinên xwe difikirin, wan dinirxînin.

Ev xebat vexwendinnameyek e jî ku em xwe bêhtir bikin mijara nivîs, fikirîn û nirxandinê; belkî bikarin mihasebeyekê bikin di ser xwendinên xwe re; ya giringtir, hev nas bikin, dawa xwe ji hev re vekin. Em bi hev re binêrin ka xwendinê û kitêban çi dane me, çi ji me birine. Dibe ku mihasebeyeke kolektîf a jidil û semîmî ya li ser xwendin û ne-xwendinên me yên nexasim 60-70 salên dawî bibe bingeha zemîneke nû ya nîqaş, fikir û şiroveyên nû. Xwendin çiqas parçeyek ji jiyana me be, rûbirûbûna bi xwendinên xwe re dibe ku rêyên nû veke li ber me. Tu rê venebe jî, qet nebe dikare şiyana me ya fikirînê xurttir bike, kaniyên me yên fikrî yên xetimî veke.

Nivîskar: Asya Xerzan, Beyar Bavî, Çidem Baran, Fatma Savci, Ferzan Şêr, Fırat Aydınkaya, Haşim Ahmedzade, Jana Seyda, Perwîz Cîhanî, Receb Dildar, Ruşen Arslan, Ümit Fırat
 

Fahriye Adsay

Ji Dêrika Çiyayê Mazî ya bi ser Mêrdînê ve ye. Lîsansa xwe di Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTÜ, Enqere) de xwendiye. Li Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê di beşa ziman û edebiyata kurdî de, li Zanîngeha Dicleyê ya Diyarbekirê di beşa sosyolojiyê de master kiriye. Kitêba wê Yezidi Kadınlar, Kültürel Sınırların Edilgen Muhafızları di 2014an de ji nav weşanxaneya Avestayê derket. Edîtora kovara Zaremayê ye (blog.kovarazarema.com). Ji 2013an vir ve ji îngilîzî bi dehan kitêb û meqale wergerandine ser tirkî û kurdî.
 

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Me Çi Xwend Çi Nexwend
Nivîskar / Yazar Fahriye Adsay
ISBN 978-625-90120-2-5
Rûpel / Sayfa 176
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2026
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi Pall Weşan
Berg / Kapak Tasarımı Umut Durmuşoğlu