Kurtebehsek li ser Sosyalîzmê


Mijarên wekî rexnekirina sosyalîzma reel, redkirina dîktatoriya proletaryayê, radîkalîzekirina demokrasiyê û parastina mafê çarenivîsê bi salan e di nav kurdan de bi awayekî tên nîqaşkirin. Lê di vî warî de metn û bernameyên ku ev mijar bi şêweyekî metodolojîk teorîze kirine, pir zêde li ber destê me tunene. Ev metna Kurtebehsek li ser Sosyalîzmê ya ku ji aliyê Ebdurrehman Qasimlo ve hatiye nivisîn, dikare cihekî mezin ê vê valahiyê dagire di vê qadê de.
 
Ev berhem li gor serdema xwe ya salên 80yan, bi taybetî jî di nav kurdan de metn û fikreke nû ye ku di wan salan de hîn bayê sosyalîzma reel û ortodoks xurt bû, rexnekirina vî şêweyê sosyalîzmê û li şûna wê pêşniyazkirina sosyalîzmeke demokratîk ji aliyê fikrî û îdeolojîk ve helwesteke wêrekî bû. Di vê çarçoveyê de determînîzma îqtisadî, çînparêzî û dîktatoriya proletaryayê tê redkirin û armanceke wisa tê girtin ku çareseriya pirsgirêkên neteweyî û mafê çarenivîsa neteweyî ji bin nîrê nêrîn û hegemonyaya sosyalîst bê xelaskirin.
 
Di Kurtebehsê de herçiqas dest ji sosyalîzmê nehatibe kêşan jî, hewlek xwe dide der ku di navbera pirsgirêka neteweyî û civakî-aborî de hevsengiyekê deyne. Bidestxistina otonomiyê ji bo avakirina sosyalîzmê wekî pêşmerc tê dîtin û pirsgirêka neteweyî ji pirsgirêka îdeolojîk a sosyalîst pêşdetir tê qebûlkirin. Kurtebehsek li ser Sosyalîzmê, bi pêşgotina berfireh û wergera Mustafa Zengin me vedixwîne danûstandineke fikrî.
 

Ebdurrehman Qasimlo

Di 1930yê de li Ûrmiyeyê dayik bû. Di sala 1945ê de li Ûrmiyeyê bi tevlêbûna Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê dest bi xebatên xwe yên siyasî kir. Dibistana seretayî û navîn li Ûrmiyeyê, dibistana amadeyiyê jî li Tehranê xwend. Ji bo xwendina zanîngehê çû Parîsê û ji wir jî derbasî Praga paytexta Çekoslovakyayê bû. Gava li Pragê bû, bi çend hevalên xwe yên kurd re Komeleya Xwendekarên Kurd ya li Ewropayê dadimezirand. Di sala 1962yê de li Dibistana Aborî ya Pragê di warê aborînasiyê de doktoraya xwe temam kir û heta sala 1970yê li heman dibistanê li ser teoriyên aboriyê û aborînasiya marksîst û li Zanîngeha Sorbonneê li ser xebatên kurdî ders dan. Di wê heyamê de pirtûka wî ya navdar a bi navê Kurd û Kurdistan (1965) çap bû. Piştî Peymana 11ê Adarê ya di navbera Başûrê Kurdistanê û rejîma Beesê de vegeriya Kurdistanê û beşdarî xebatên siyasî yên PDK-Îyê bû. Sala 1973yê di Kongreya 3yem a PDK-Îyê de wekî endamê rêveberiyê û sekreterê giştî hat hilbijartin û ev peywira xwe heta dawiya jiyana xwe berdewam kir. Dr. Qasimlo, di 13ê Tîrmeha 1989an de li Viyanaya paytexta Awistiryayê bi du hevalên xwe re di dema hevdîtineke li gel şandeyeke Îranê de, ji aliyê wan ve hat kuştin.

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Kurtebehsek li ser Sosyalîzmê
Navê Orîjînal / Orjinal Adı Kurtebas
Nivîskar / Yazar Ebdurrehman Qasimlo
Wergêr / Çevirmen Mustafa Zengin
ISBN 978-625-90120-6-3
Rûpel / Sayfa 112
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2026
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi Pall Weşan
Berg / Kapak Tasarımı