Hotêl Geremol


Stranbêjeke ku ji bo konserekê berê xwe daye Diyarbekirê. Sê jinên ku li gel sê keçên xwe yên biçûk li hotêlekê qesidîne. Rojnamegerekî ku ji bo kargeheke medyayê hatiye vexwendin. Çekçekajoyekî ku di nav kuçeyan re piyase dike. Şofêrekî alozî-çêker. Sê xortên ku hev dubare dikin. Û Hotêl Geremola ku li navenda hemû bûyer û vegotinan e, li gel Xanim Geremola ku me li qunc û qorziyên xumam ên dîroka wê digerîne. 
 
Ev romana ku bi kes û kûsên xwe ve pirdeng, bi mekanê xwe ve têr-tebdîl, bi zemanê xwe ve tewr bi tewr, bi vegêrana xwe ve civatgêr û pênebawer e, serederî bi serêşiyeke takekesî û polîtîk dike. Wextê vegêr çavgirtî destê xwe diavêje qewlikê çîrokê, birek bûyer û şexsiyetên dîrokî bi awayekî din zindî dike. Dawiya dawî pirsek jê dimîne: Gelo xwişkayetiya di romanê de helwestek e an binesaziyeke vegêranê ye?
 
Hotêl Geremol, ku romana ewil a Înan Eroglu ye, di ser çîrokên têvel ango têr-geremol ên şexsan û hotêlekê re guherîn, şikestin û geşestandinên li bajarekî bi paşxaneyeke berfireh radixe û navenda bûyeran herçend hefteyeke li 2018an be jî, bi qevastinên xwe yên zemanî di navbera 1950 û 2040î re çerx dibe.
 

Înan Eroglu

Di 1994an de li Bismilê çêbûye. Ji 2010an û vir ve ye nivîsar û hevpeyvînên wî di çendîn kovar, rojname û malperan de belav bûne. Heta niha sê kitêbên wî yên çîrokan weşiyane bi navê Têbîniyek (2019, Avesta), Serpêhatiyên Înanolo û Çîrokên Din (2021, Avesta) û Heft û Heştên Mirinekê (2023, Pall). Amadekariya kitêbên kolektîf Trêna li Stasyona Xwe Digere (2024, Pall) û Çi Şên e Qehwexaneya Bajêr (2025, Pall) kiriye. Hotêl Geremol, romana wî ya ewil e.

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Hotêl Geremol
Nivîskar / Yazar Înan Eroglu
ISBN 978-625-90120-5-6
Rûpel / Sayfa 200
Ebat 13.00 x 19.50 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2026
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi Pall Weşan
Berg / Kapak Tasarımı Umut Durmuşoğlu