Zemanekî li Sê Welatan


Ev roman berê xwe dide rabirdûyê û dahatûyeke dî jê saz dike. Nexşe û nîzamên ji yên îro cudatir tên danîn li dinyayê. Herba Mezin tenê du salan dewam dike. Monarşî ne li Romê, ne jî li nav Ûris hildiweşe. Li Sê Welatên Kurdistanê yên di navbera zilhêzan û werçerxên mezin de dinalin, çerxa felekê bi raperîn û şikestinan digere heta ku dewleteke nû ava dibe. Her di wê demê de, daw û dozeke ku bi dirêjahiya nifşan didome qedera sê malbatan serobino dike. Li aliyekî mehkûmî, rev û gera li pey heyfê, li aliyekî dî hêvî, mirad û bênesîbî. Li aliyekî mirovên winda, li aliyekî miriyên ku hîn jî li nav zindiyan digerin. Û bêdengî, bêdengiyeke ku her tiştî ji nû ve dide sehkirin…

Ciwanmerd Kulek piştî neh salan bi romaneke nû tê pêşberî xwendevanên xwe û wan dibe zemanekî dûr ê tijî ji serhatî û bîrhatiyan. Zemanekî li Sê Welatan, şi‘reke dirêj û bênavber dinehwirîne li ser çarenivîsa mirovan. 
 

Ciwanmerd Kulek

Di 1984an de ji dayik bû. Romana wî ya yekem Nameyek ji Xwedê re di 2007an de çap bû. Ji bilî romanên Otobês (2010), Zarokên Ber Çêm (2012), Defterên Perrîdankan (2014) û 20:39 (2016) heta niha sê kitêbên wî yên çîrokan derçûne: Çar Yek (2015), Çar Neçar (2017), Çar Mîx (2019). Yekane berhema wî ya ne-pexşan bi navê Strana Şev û Rojekê çap bûye ku tê de formên helbestî yên zargotina kurdî hatine bikaranîn. Gotarên wî yên ku di navbera salên 2009-2021ê de hatine nivîsîn bi navê Serê We Neêşînim: Qiseyên Dûdirêj di 2022yan de wek kitêb çap bû.

Ciwanmerd Kulek herwiha ev berhemên edebî ji zimanên îngilîzî, spanyolî û tirkî wergerandine kurdî: Hetîketî (J. M. Coetzee), Li ber Sikratê (William Faulkner), Dublînî (James Joyce), Serencama Mirinekê (G. G. Márquez), Beriya Şewitî (Juan Rulfo), Keleha Spî (Orhan Pamuk), Li Çiyayên Andê (M. V. Llosa), Xewn û Xeyal (J. L. Borges), Serpêhatiyên Aliceê li Welatekî Ecêb (L. Carroll), Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde (R. L. Stevenson), Gatsbyê Bêhawe (F. S. Fitzgerald).

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Zemanekî li Sê Welatan
Nivîskar / Yazar Ciwanmerd Kulek
ISBN 978-625-98311-5-2
Rûpel / Sayfa 392
Ebat 13.00 x 19.50 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2025
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi Pall Weşan
Berg / Kapak Tasarımı Umut Durmuşoğlu