Balsam Karam

Nivîskareke kurd e. Ew li Tehrana Îranê sala 1983yan ji dayik bûye, lê dema heft salî bûye bi malbata xwe re bar kiriye Swêdê. Pirtûka wê ya pêşîn a bi navê Händelsehorisonten (Asoya Bûyeran) sala 2018an hatiye weşandin. Yekaneyî (2021) pirtûka wê ya duyem e, û ya pêşîn e ku ji bo kurdî hatiye wergerandin. Weke pirtûkxanevan li pirtûkxaneya Rinkeby ya li Stockholmê kar dike. Ew herwiha li zanîngeha Göteborgê mamoste û berpirsa programa masterê ya li ser edebiyatê ye. Ew li Stockholmê dijî û bi swêdî dinivîse.

Balsam Karam bi zimanekî helbestî, zîz û dijwar li ser êşên sirgûniyê, windakirin û berxwedanê dinivîse. Ew di romanên xwe de bi taybetî li ser çîrokên jin û zarokan hûr dibe. Karam di hevpeyvînekê de diyar dike ku dema ew zarok bû, wê dixwest bibe astronom û hunermend. Ji ber vê ye ku temayeke fezayî di binavkirinên romanên wê de tê dîtin.