Mahsûn Reşçelan

Li navçeya Qulpê ya bi ser parêzgeha Îdirê di 22yê tîrmeha 1995an da ji dayik bû. Li zanîngeha Hacettepeyê ji beşa ziman û wêjeya tirkî derçû û hevdem zimanê farisî jî li heman zanîngehê xwend. Herwiha li zanîngeha Mardin Artukluyê bi rêya perwerdehiya dûrsaziyê kursa mamostetiya kurmancî û ya fêrbûna zazakî/kirmanckî qedand. Di sala 2020an da, li Sêyemîn Festîvala Navneteweyî ya Çand û Hunerî ya Yilmaz Guneyî, di para pêşbirka helbesta kurmancî da bû hevxelatgirê Xelata Yilmaz Guneyî. Li Keyaniya Yekbûyî, li bajarê Dùn Èideanna paytexta Albayê dijî û xebatên xwe yên zimanî û wêjeyî li wir dibe sêrî. Edîtorî û wergêriyê dike seba Kovara Herdî.