Harper Lee

Di sala 1926an da li Eyaleta Alabamayê ji dayik bûye, li Zanîngeha Alabamayê beşa hiqûqê xwandiye, lê şeş meh maye ji derçûna wê ra dev ji zanîngehê berdaye. Peyra çûye New Yorkê, li wir di şîrketên bi navê Eastern Air Lines û British Overseas Airwaysê da wekî nivîsera qeydan xebitiye. Li New Yorkê dest bi nivîsandina çend nivîsar û kurteçîrokan kiriye lê qet yek jî nehatiye weşandinê. Dûra ji wan kurteçîrokan yekê vediguherîne romanekê û seba nivîsandina wê dev ji kar berdide. Hetanî ku romana wê diqede, hevalên wê seba debara wê alîkariyê didinê. Roman di sala 1960an da bi dawî dibe û bi navê To Kill a Mockingbirdê (Kuştina Çivîkan) tê çapkirinê. Harper Lee di demeke kurt da bi vê romanê navdar dibe û salekê piştî çapkirina romanê di sala 1961ê da Xelata Wêjeyê ya Pulitzerê digire. Piştî vê romanê hetanî sala 2015an ne tu berhemekê dinivîse ne jî beşdarî bernameyan dibe derbarê Kuştina Çivîkan da. Di sala 2015an da romana wê ya duyan bi navê Go Set a Watchmanê çap dibe û salekê bi dû ra jî ji vê dinyayê bar dike.