Alain-G. Gagnon

Profesorê Zanistên Sîyasî ye li Zanîngeha Quebecê li Montrealê û serekê Kursiya Kanadayê bo Lêkolînên Kanada û Quebecê ye. Herwiha rêveberê Navenda Lêkolînên Navdîsîplînî li ser Cihêrengîya li Quebecê ye û yek ji rêxerên Koma Xebatê li ser Civakên Pirneteweyî ye. Bi kitêba xwe ya bi navê Au-delà de la nation unificatrice : plaidoyer pour le fédéralisme multinational [Wêdeyî Neteweya Yekker: Doza ji bo Federaliya Pirneteweyî], xelatên Joseph Maria Vilaseca i Marcet, ya ku Institut d’Estudis Autonomics ya hikûmeta Katalonyayê dide, û Marcel-Vincent, ya ku Association Franchophone pour le Savoir dide, wergirtin. Sala 2008an, xelata bilind ya Civata Quebecî ya Zanistên Sîyasî wergirt û bo endamiya Civata Bilind a Kanadayê hate hilbijartin. Sala 2010an, Kursiya Ekselansiyê ya Stander li zanîngeha Carlos III ya Madridê bi dest xist. Heman salê, ji ber rola wî ya serkêş di warê zanistên sîyasî de, xelata xwedan prestîj a Trudeau wergirt ku Weqfa Pierre-Elliott-Trudeau dide. Şerê Meşrûiyetê: Astengên li ber Demokrasiyê di Dewletên Pirneteweyî de, piştî Neteweyên Kêmîne: Di Serdema Nedîyariyan de li ser Federalî û Cihêrengîya Neteweyî (Lîs, 2016), kitêba duyem a Gagnon e ku bi kurdî tê weşandin.