Deftera Mezin


Du zarokên cêwî, ji ber şerê li bajarê wan, ji dayik û bavên xwe cuda dibin û li bajarekî biçûk ê ser hidûd li cem dapîra xwe dimînin. Li aliyekî dapîra çikûs û dilreq, li aliyekî jî şertên şer jiyanê li wan zehmet dikin. Ji bo serederîkirinê, du bira dê mil bidin hev û di temenê xwe yê zarok de dil û giyanê xwe perwerde bikin û bi naîviyeke heqîqî li dijî her xetereke ji derve tê ser wan rawestin.

Agota Kristof di romana Deftera Mezin de bi rêya ziman û şêwazeke pir sade û dûrî her xemilandinekê, rastiya şidet û tundiya jiyanê radixe ber çavan. Bi rengekî ne dûrî tecrubeya dîroka nêzîk a kurdan, nîşan dide ka çawa zarok pêşwext mezin dibin, mirov ji reh û nirxên xwe biyan dibin, dagîrkerî gelek caran bi tenê reng û rû diguhere û têldiriyên hidûdan dibin xeta di navbera jiyan û mirinê de.    

Romana ku yekem xeleka Sêbareya Cêwiyan e, tevî Delîl û Derewa Sêyem, xelata baştirîn romana ewropî ya 1987an wergirtiye û bo zêdetirî çil zimanan hatiye wergerandin.
   
Deftera Mezin, bi wergera Ergin Öpengin, zêdebarî ziyafeta edebî, herwiha derfetek e ku em bêtir li ser rêçên vegêrana karesatên dîrokî di edebiyata kurdî de bifikirin.

Agota Kristof

Nivîskara macarî-swîsreyî. Sala 1935an li Macaristanê ji dayik bû. Sala 1956an, piştî îşxala Sovyetan, li gel keça xwe ya yek salî hidûd bezand û wek penaber li bajarê Neuchâtel yê Swîsreyê bi cih bû, ku li wir di ber karê xwe yê di kargeheke saetan de fêrî zimanê fransî bû û berhemên xwe bi vî zimanî nivîsîn. Pêşiyê helbest û şanoname nivîsîn, lê navûdengê wê sala 1986an bi yekem romana wê Deftera Mezin belav bû, ku tê de bi şêwazeke yekser û tund serhatiya du birayên cêwî vedigêre ka çawa serederiyê bi şer û dagîrkirinê re dikin. Çîroka du birayan di du romanên wê yên paştir de jî berdewam bû, La preuve (Delîl, 1988) û Le troisième mensonge (Derewa Sêyem, 1991), ku bi hev re wek Sêbareya Cêwiyan tên xwendin û bo zêdetirî çil zimanan hatine wergerandin – wergera herdu berhemên din ên sêbareyê jî bi kurmancî tên amadekirin. Ji bilî çendîn şanonameyên bo sehne û radyoyê, romana Hier (Duh, 1995) û ceribandina otobiyografî L’Analphabète (Nexwendewar, 2004) jî belav kirin. Xelatên mezin ên wek Gottfried Keller û xelata Dewleta Awistiryayê ji bo Edebiyata Ewropî wergirtin û wek dengekî sereke yê edebiyata ewropî ya paş-şer tê dîtin. Agota Kristof sala 2011an li Neuchâtela Swîsreyê mir.

Navê Kitêbê / Kitabın Adı Deftera Mezin
Navê Orîjînal / Orjinal Adı Le grand cahier
Nivîskar / Yazar Agota Kristof
Wergêr / Çevirmen Ergin Öpengin
ISBN 978-625-90120-4-9
Rûpel / Sayfa 160
Ebat 13.00 x 19.50 (cm)
Sala Weşanê / Yayın Yılı 2026
Çap / Baskı 1
Ziman / Dil Kurdî- Kurmancî
Alfabe / Alfabe Latînî
Weşanxane / Yayınevi Pall Weşan
Berg / Kapak Tasarımı Umut Durmuşoğlu