Agota Kristof

Nivîskara macarî-swîsreyî. Sala 1935an li Macaristanê ji dayik bû. Sala 1956an, piştî îşxala Sovyetan, li gel keça xwe ya yek salî hidûd bezand û wek penaber li bajarê Neuchâtel yê Swîsreyê bi cih bû, ku li wir di ber karê xwe yê di kargeheke saetan de fêrî zimanê fransî bû û berhemên xwe bi vî zimanî nivîsîn. Pêşiyê helbest û şanoname nivîsîn, lê navûdengê wê sala 1986an bi yekem romana wê Deftera Mezin belav bû, ku tê de bi şêwazeke yekser û tund serhatiya du birayên cêwî vedigêre ka çawa serederiyê bi şer û dagîrkirinê re dikin. Çîroka du birayan di du romanên wê yên paştir de jî berdewam bû, La preuve (Delîl, 1988) û Le troisième mensonge (Derewa Sêyem, 1991), ku bi hev re wek Sêbareya Cêwiyan tên xwendin û bo zêdetirî çil zimanan hatine wergerandin – wergera herdu berhemên din ên sêbareyê jî bi kurmancî tên amadekirin. Ji bilî çendîn şanonameyên bo sehne û radyoyê, romana Hier (Duh, 1995) û ceribandina otobiyografî L’Analphabète (Nexwendewar, 2004) jî belav kirin. Xelatên mezin ên wek Gottfried Keller û xelata Dewleta Awistiryayê ji bo Edebiyata Ewropî wergirtin û wek dengekî sereke yê edebiyata ewropî ya paş-şer tê dîtin. Agota Kristof sala 2011an li Neuchâtela Swîsreyê mir.